Beriya niha bi 7 salan di oxira ragihandina rastî û heqîqetê de Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed li bajarê Minbicê di encama teqînekê de şehîd bû.
Hevrêyên Şehîd Mistefa Mihemed tekez dikin ku heya dawiyê ew ê rêya wan bişopînin.
Di oxira ragihandina rastîyê û belgekirina hovîtiya hêzên tarî de, bi dehan rojnamevanên Kurd canê xwe dan.
Yek ji wan ragihînerên dengê rastiyê, nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed e. Îro 7 sal di ser şehadeta wî re derbas dibin.
Nûçegihanê Ronahî TV dema ku pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê dişopand, Di 18’ê Tîrmeha 2016’an de di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.
Hevrêyên Şehîd Mistefa dibêjin, wî mohra xwe li her qadê xist û di nava civakê de gelekî dihate hezkirin.
Hevrêyên Şehîd Mistefa tekez dikin ku heta dawiyê ew ê rêya wî bişopînin û xwedî li dengê rastiyê derkevin.
Mistefa Mihemed li Gundê Yabisê yê girêdayî kantona Girê Spî ji dayîk bûye û derçûyê fakulteya ragihandinê ye. Di sala 2015’an de û heta ku gihaşte asta şehadetê karê rojnamevaniyê didomand.
