kongra Îslama Demokratîk têkildarî êrîşên dagirkeriyê û şehadeta hevserokê kongireyê yê Til Birak Mele Ehmed Temî daxuyaniyek da û got dagirkeriya Tirk ji Islamê bêrî ye.
kongra îslama demokratîk di daxuyaniya xwe de êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kir û got, dagirkeriya Tirk bi riya êrîşên xwe yên li dijî zarok, jin û oldaran tevahî yasa û perensîbên olî bin pê dike.
di dewama daxuyaniyê de kongra îslama demokratîk da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk bi serkêşiya Erdogan bi pêkanîna kiriyarên dijmirovî bi navê Islamê, ji Islamê bêrî ye
kongra îslama demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî Oldarên Cîhanê, Mizgefta Ezher û welatên Islamî kir ku li hemberî sûc û êrîşên dagirkeriya tirk bê deng nemînin û bi helwest bin.
