COTKARÊN HESEKÊ DI WERGIRTINA FATOREYÊN GENIM DE BERDEWAM IN

Rojava Tv
1 Min Read

Cotkarên Hesekê di wergirtina fatoreyên xwe yên genim de berdewam in.

Nivîsgeha Dirav û Dayînê a Kantona Hesekê ji 24’ê Hezîranê ve dest bi belavkirina fatoreyên cotkaran kiriye.

Nivîsgeh ji bo hêsankirina karûbarên cotkaran, di rêzê de navên wan li ser malpera xwe ya torên civakî belav dike û li gorî wê cotkar serlêdana wan dikin.

Endamên nivîsgeha Dirav û Dayînê diyar dikin proseya belavkirina fatoreyan bê pirsgirêk bi rê ve diçe.

Share This Article