Welatiyên bajarê Kobanê dorpêça Hikûmeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê şermezar dikin û dibêjin, armanca dorpêçê têkbirina vîna berxwedêr a xelkê Efrînê ye.
Her wiha piştevaniya xwe ji bo koçberên Efrînê piştrast dikin.
Firqeya çaran a ser bi Hikûmeta Şamê ve, dorpêçeke giran li dijî kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar koçber lê dijî, sepandiye.
Hikûmetê rê li ber derbasbûna kelûpelên sereke yên jiyanê, derman, sotemenî û pêdiviyên sereke girtiye û bi vê yekê azarên koçberan zêdetir kiriye.
Welatiyên Kobanê dorpêça li dijî Şehbayê şermezar dikin û piştevaniya xwe ji bo koçberên Efrînî piştrast dikin.
Welatiyên Kobanê dibêjin, armanca girankirina dorpêçê tunekirina vîna berxwedêr a gelê Efrînê ye.
Tevî ku koçberên Efrînî ji aliyekî bi dorpêçê û ji aliyekî din ve jî bi êrîşên Tirkiyê re rû bi rû dimînin, lê ti carî dest ji xeta berxwedanî û têkoşînê bernedane.
