COTKARÊN REQAYÊ JI NIRXÊN BERHEMÊN ÇANDINIYÊ RAZÎ NE

Rojava Tv
1 Min Read

Cotkarên bajarê Reqayê dibêjin, nirxên ku Rêveberiya Xweser ji bo berhemên çandiniyê destnîşan kiriye, baş e û bi dilê wan e.

Yekîtiya Cotkaran jî diyar dike, piştî lêkolîn û wergirtina nêrînên cotkaran, wan biryara xwe ya ji bo destnîşankirina nirxan daye.

Dema çinîna zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîk dibe û Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina mewsim gelek amadekarî û tedbîr wergirtin.

Di çarçoveya xebatên amadekariyan de Rêveberiyê 9 vê mehê nirxên her kîloyek genim bi 43 sentan û ya ceh jî bi 35 sentan destnîşan kir.

ROJAVA TV derbarê destnîşankirina nirxan de, nêrînên cotkarên bajarê Reqayê wergirt.

Yekîtiya Cotkarên Reqayê dibêje, piştî lêkolînên dirêj û wergirtina nêrînên cotkaran, wan biryara destnîşankirina nirxan derxistiye.

Li gorî amarên desteya çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim wan 28 navend li seranserî herêmê destnîşan kirine.

Share This Article