Tevgera Komunîst a Şoreşger ji bo nîqaşkirina 1’ê Gulanê roja kedkaran a cîhanî komxebatek li bajarê Hesekê lidarxist.
Komxebat di bin dirûşmeya li dijî Mêtingerîya kapîtalîst û dagirkeriyê bijî 1’ê Gulanê û bi beşdariya bi dehan karker û nûnerên saziyan dest pê kir.
Destpêkê komîteya amadekar ji beşdaran re behsa roja 1 gulanê û têkoşîna ku kedkaran ji bo bidestxistina mafên xwe daye kir.
Her wiha behsa rola kedkar û ciwanan a di Şoreşa 19 Tîrmehê de hate kirin û hate gotin ku, pêwîst e her kes li dijî dagirkerî û kedxwariyê têbikoşe.
Paşê beşdarvanan jî nêrînên xwe anîn ziman û bang li her kesî hate kirin ku 1’ê Gulanê berê xwe bidin qadên çalakiyan.
