KONFERANSA YEKEM A DESTEYA ÇANDINIYÊ BI GELEK PÊŞINYARAN BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê sûriyê jî îro ji bo nirxandina kar û xebatên xwe konferansa xwe ya yekem lidar xist.

Konferans bi beşdariya Hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê sûriyê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, şandek ji Rêveberiya Sivîl a herêma cizîrê, Endamên saziyên çandinî û avdanê, hemû deste û komîteyên çandiniyê yên li herêmê li avahiya Desteya Çandiniyê hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Cîgirê hevserokatiya Encumena Cîbcîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer rewşa siyasî nirxand.

Piştre bi sînefizyonekê karê Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê sûriyê di salekê de hate pêşandan û deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin.

Konferansa Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê sûriyê bi pêşniyarên girîng bi dawî bû, ji wan pêşinyaran, vekirina projeyên sûdmend ji bo birêvebirina qeyrana aborî ya li herêmê, û dabînkirina pêdiviyên berhemên çandiniyê.

Share This Article