ENCUMENA GIŞTÎ YA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, îro li bajarê Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist.

Emîndara giştî ya partiyê û endamên wê yên li Reqa û gundewarên wê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de karûxebatên partiyê yên ku di nava salekê de hatine kirin, bi berfirehî hatin nirxandin.

Her wiha partiyê mekanîzmeya xwe ya kar a ji bo sala bê jî xistiye nîqaşê û paşê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kiriye.

Endama partiyê Zelîxa Ebdî ji Rojava TV re got ku ew kar dikin ji bo ku pirsgirêkên xelkê  çareser bikin û koçberan ji bo malên wan vegerînin.

Share This Article