Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Roj bi roj nerazîbûna li hemberî darvekirina xwepêşanderan berfirehtir dibe.

Serhildana gelan duh 12’ê Kanûnê 88 roj li pey xwe hiştin.
12’ê Kanûnê dewleta Îranê ciwanek din ê bi navê Mecîd Reza Rehneweder darvekirin, Mecîd 23 roj bûn ji ber tevlî xwepêşandanan bibû hatibû binçavkirin. Beriya wê bi çend rojan xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî jî hatibû darvekirin.
Li bajarên Şîraz û Meşhed li dijî darvekirina xwepêşaderan xwendevanên jin meşiyan, xwendevanên jin darvekirinên ku çêdibin bi tûndî şermezar kirin.
Li hinek zanîngehên Îranê jî çalakî û greva xwendevanan bê navber dewam dike. Her wiha herdû xwepêşanderên hatine darvekirin, hatin bîranîn.
18 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Ewîne, bi nameyek vekirî darvekirina xwepêşanderan şermezar kirin û banga rawestandina darvekirinan kirin.
Li ser asta Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Şino, tê gotin hejmara xwepêşanderên hatibûn binçavkirin û cezayê darvekirinê derheqê wan de hatiye birîn, bûye 6 kes.
Xwepêşanderên cezayê darvekirinê derheqê wan de hatiye birîn ev in: Şehram Meruf Mula, Karwan Şahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîd, Ferzad û Ferhad Tehezade.
Li gorî agahiyan li bajarê Serdeşt piştî ciwanê bi navê Şehreyar Adil ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin, êşkence lê hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.
Tê payîn îro li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma çileya Nesrîn Qadirî ku di xwepêşandanên Tahranê de jiyana xwe ji dest dabû, were lidarxistin.
Tevî hemû girtin, kuştin, darvekirin û binçavkirinan xwepêşandan dewam dikin.

