Tevî Dadwer biryara berdana 4 girtiyên Şêladizê daye, lê Asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê astengiyê çêdike û nahêle girtî werin berdan.
Rêveberê Tîma Parêzeran ê Dosyaya Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen di 11’ê Kanunê de ragihand ku cezayê ji bo 4 girtiyên Şêladizê temam bûye û divê îro bihatana berdan.
Di 11’ê mehê de jî her 4 girtî nehatibûn berdan, Beşdar Hesen ragihandibû ku divê 12’ê Kanunê her 4 girtî werin berdan.
Dihat payîn duh her 4 girtiyên Şêladizê werin berdan, lê Asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê carek din astengî çêkir û nehatin berdan.
Parêzer Beşdar Hesen duh ji Rojnews re axivî û got ku divê her 4 girtiyên Şêladizê îro ango doh 12’ê Kanunê hatibana berdan, lê Asayîşa Hewlêr berdana wan asteng kir.
Parêzer Hesen her weha got: Ev ji bo berdana wan hincet bû, divê sibe ango Îro Sêşem her 4 girtiyên Şêladizê werin berdan. Ji bilî wan girtiyan çalakvanê bi navê Emced Razî jî divê were berdan..