Hevseroka encumena zagonsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî dibêje gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti metirsiyê li ser ewlekariya Tirkiyê çênake û armanca êrîşan qirkirina gel e.
Hevserokê desteya karûbarên civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El- Maşî jî piştrast dike ku ew ê li hemberî tevahî êrîşan, mafê xweparastinê bi kar bînin.
Dewleta Tirk a dagirker ji êvara 19 û 20’ê vê mehê ve, bi awayekî bêserûber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deverên niştecihan bombebaran dike.
Di wan êrîşên qirker de bi tenê li Dêrikê komkujiyek pêk anî û di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û li herêmên din jî şehîd û birîndar çêbûn û dezgehên xizmetguzariyê jî hatin rûxandin.
Têkildarî mijarê hevseroka Encumena zagonsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî got ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ti metirsîyê li ser ewlekariya Tirkiyê çênakin.
JI hêla xwe ve hevserokê desteya karûbarên civakî ya Rêveberiya Xweser Faqûq El- Maşî jî piştrast dike ku ew ê mafê xweparastinê bi kar bînin.
Tevî ku di bombebaranên Tirkiyê de leşkerên hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha ne Şam, Ne Rûsya û ne jî Amerîka bi ti awayî helwest li ser vê rewşê nîşan nedane.
