Îro li bajarê Helebê Komxebata diyalogê ya jinan bi beşdariya 55 delegeyên jin ji Idlibê, Şam, Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêda, her wiha gelek nûnerên ji partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk dest pê kir.
Endama Ofîsa Jin Di Encumena Sûriya Demokratîk Zeyneb Qenber diyar kir ku armanca wan yekkirina nêrînên jinan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye.
Îro komxebata diyalogê ya jinan bi navê” jin û veguherîna demokrasî li sûriyê” li kafîtirya Telit Heleb a taxa Şêxmeqsûd a helebê hate lidarxistin.
55 delegeyên jin ji Idlibê, Şam, Heleb, Laziqiye, Tertos û Siwêda, her wiha gelek nûnerên ji partiyên siyasî û Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) beşdarî komxebatê bûn.
Di roja yekem a komxebatê de parêzer û hevseroka MSD’ê Emîne Omer rewşa siyasî nirxandin.
Her wiha mijara nasnameya nîştimanî ya Sûriyê hate nîqaşkirin.
komxebat dê 2 rojan dewam bike, di roja duyem de wê rola jinên Sûriyê di veguhertina demokratîk de ber bi nenavendîbûnê ve were nirxandin.
Her wiha dê axaftinên qeydkirî yên kesayetên jin ji derveyî Sûriyê weke (Mexrib, Misir, Lubnan û Iraqê) werin pêşandan.
