Duh koçberên Efrînî yên li Kobanê, bi çalakiyekê komkujiya ku dewleta Tirk li Cindirêsa Efrînê pêk anî şermezar kirin.
Di çalakiyê de bi dehan koçberên Efrînî amede bûn û bankartên weke na ji dagirkeriya Tirk re, em ji civaka navnetewî daxwaz dikin ku gelê kurd ji komkujiyan xelas bike hatin hildan.
Her wiha koçber bi siloganên li dijî dagirkerî û komkujiyan qêriyan.
Koçberên Efrînî ku yek ji wan pismama şehîdên komkujiyê ye axivîn û daxwaz kirin ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve ji ber ew sedema yekem a komkujiyane.
