RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ 6’Ê ÎLONA SALA 2018’AN HATE AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re, gelên Rojavayê Kurdistanê xeta sêyemîn hilbijartin û bi kurbûna kirîzê re şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi şoreşa gelan tê naskirin, hat destpêkirin.

Piştre pêwîstî bi avakirina rêveberiyên xweser ên demokratîk hate dîtin û di wê çarçoveyê de di çileya sala 2014’an de rêveberiyên xweser ên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hatin avakirin.

Her wiha di 6’ê îlona sala 2018’an de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsa hate damezirandin .

Rêvebirên jin ên kantona Reqayê Salvegera Damezrandina Rêveberiya xweser pîroz kirin .

Her wiha Rêveberên jin destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya xweser tekane rêya Çareseriya Krîza Sûriyê ye .

di sala 2021’an de Parlementoya Katalonyayê, bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir.

Dawiya sala derbasbûyî jî Rêveberiya Xweser weke guhertineke dîrokî, hevpeymana civakî erê kir.

Share This Article