Dayîkên şehîd û gerîlayan ên bajarê Kobanê, di bin dirûşmeya Em weke dayikên gerîla rê nadin îxanetkaran, em ê ji bo zarokên xwe bibin mertal xwepêşandanek li dar xistin.
Bi tevlêbûna bi sedan dayîkên herêma Firatê, li pêş qada azadiyê xwepêşandanê dest pê kir û li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.
Di xwepêşandanê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan hatin şermezarkirin û dayîkan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayan anîn ziman.
Dayîkan gotin ku dê tu hêz nikaribe vîna gerîlayan bişkîne û dane zanîn ku gerîla her dem ji bo azadiyê gelên bindest têdikoşin.
