Di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê, ji Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
400 malbatên koçber ên ji Efrînê li gel Hêzên Ewlekariyê yên ji Hesekê û Helebê, ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê, ber bi xaka xwe ve bi rê ketin.
Koma yekemîn ku ji 400 malbatan (nêzî 3 hezar kes) pêk tê, dê di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bibe û bigihêje Efrînê.
Karwanê koçberan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê.
Karwanê koçberan bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Ji bjarê Qamişloyê vê sibehê malbatên koçber ber bi Hesekê ve ketibûn rê û tevî koma koçberan a li Hesekê bû û bi girseyî çûn.
Koçberên ku xwe hazirdikirin carek din vegerin ser xaka xwe, bi coş û kelecan kêfxweşiya xwe bi vegerê anîn ziman.
Her wiha koçberan hêvî kirin ku hemû xelkên Efrînê bi selametî û ewlehî vegerin ser cih û warê xwe.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihandibû ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê (îro) ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here.
Mehmûd Xelîl ku bi komê re bû, ji çapameniyê re got xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de, tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin.
