BEŞA AWARTE YA HEYVA SOR A KURD LI KOBANÊ XIZMETAN PÊŞKÊŞÎ GEL DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Beşa Awarte ya navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê, di nava 24 seatan de, xizmetên mirovî û tenduristî pêşkêşî gel dike.

Di beşa Awarte de, sê erebeyên ambulansê hene, û di demên pêwîst de li gel nexweşxanyên Kobanê hemahengiyê dikin.

Her weha di beş de, kadroyeke pispor û perwerdekirî, ku dikare di şert û mercên awarte de bixebite, kar dike.

Hêjayî goyinê ye ku Beşa Awarte ya Heyva Sor a Kurd li Kobanê di sala 2021’an de hatiye avakirin.

Share This Article