SIYASETMEDARÊN KANTONA CIZÎRÊ DERBARÊ REWŞA SÛRIYÊ DE NIRXANDIN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedarên ji pêkhateyên cûda ên Kantona Cizîrê ji bo rewşa Sûriyê hêviyên xwe anîn ziman.

Siyasetmedaran daxwaz kirin ku diyalogek Sûrî-Sûrî çêbibe, da ku biryarên nû ku mafê hemû pêkhateyan misoger dike, derkevin.

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas û hatina Hikûmeta Vegûhêz ser desthilatdaiya Sûriyê, destûreke nû ji Sûriyê re hate ragihandin.

Di wê destûrê de mafê gelek pêkhateyan hate tunekirin û tekez kirin ku wê sîstemeke navendî bê dayin. Li dijî vê biryarê gelek netew derketin û ev biryar red kirin.

Derbarê mijarê de, Endamê Desteya Rûsipiyên Êl û Eşîran Ferhan Ebid El-Rehman got ku em bi hêviya diyalogek Sûrî-Sûrî ne da ku danûstendineke çêbibe.Ji aliyê xwe ve Lêkolînerê Karûbarên Civakên Resen “Hena Somî ” diyar kir ku bi avakirina QSD’ê re mafê hemû pêkhateyan hat bidestxistin.

Rêveberiya Xweser ji bo diyalog, danûstandin û Sûriyeke ku mafê hemû pêkhateyan biparêze, her dem kar dike, lê aliyên cûda van daxwazan her dem paşguh dikin.

Share This Article