Di bin dirûşmeya “Em hêviya sibê ne” 4’emîn Festîvala Bera’im a Zarokatiyê li Reqayê hat destpêkirin.
Festîval bi hevkariya Komîteya Çand û şûnwaran ya Encumena Sivîl a Reqayê, Navenda Çandê û Navenda Hîlala Zêrîn li salona Tac a bajarê Reqayê hat destpêkirin.
Di festîvalê de Komên muzîk û govendê yên weke Koma Koral, Koma Zenûbya ya Şano, Koma Komîteya Çandê ya Reqayê, Navenda Hîlala Zêrîn û Koma Bahar beşdar bûn.
Li gorî komîteya amadekar, dê festîval ji bo dema 4 rojan berdewam bike.
