45 MALBAT JI KAMPA ERÎŞA VEGERIYAN DÊRAZORÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de, koma 13’mîn a malbatên koçber ji kampa Erîşa ya bajarê Hesekê ber bi deverên xwe yên li Dêrazorê ve çûn.

Koma ku îro derketiye ji 45 malbatan pêk tê û di nav xwe de 231 kesan dihewîne.

Vegera koçberan bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampa Erîşa û Komîseriya Karûbarên Koçberan de tê kirin.

Rêvebera kampê piştrast kir ku koçber ji bo vegera warên xwe daxwaznameyên fermî pêşkêş kirin û daxwaznameyên wan hat erêkirin.

hejmara malbatên ku heta niha ji kampa Erîşa derketine 615 malbet in, piraniya wan ji Herêmên Dêrazor û Reqayê ne.

Share This Article