PÊWÎSTIYÊN XWENDINÊ LI XWEDEKARÊN KAMPA SERÊKANIYÊ Û WAŞÛKANÎ HATE BELAVKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma cizîrê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re pêwîstiyên xwendinê li 6 hezar xwendekarên kampa serêkaniyê û Waşûkanî belav kir.

Îro li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran hatin vekirin.

Di roja yekemîn a sala perwerdeyê ya 2022 û 2023ʹyan de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê pêwîstiyên xwendinê li xwendekarên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên Hesekê belav kirin.

Pêwîstiyên ku hatine belavkirin ji pênûs, lênûs û rengan pêk hatin.

Tevî mercên zehmet û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, lê proseya perwerdeyê dewam dike.

Share This Article