Di 9ê Cotmeha îsal de sê sal li ser dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibin.
Derbarê mijarê Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî ji Rojava TV re axivî û tekez kir ku ev bajarên ji herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wê bên rizgarkirin.
