Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li Helebê li dar xistin.
Meş ji pêş hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û bi sedan ciwan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
Li Qada Cebanat meş vegerî mîtîngê, Li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hemze Şêraz axivî û got: “3 sal e tu agahî ji Rêbertî nayên wergirtin, Her 3 mehan jî cezayên dîsplînê li ser Rêbertî tên ferzkirin”.
Meş bi diruşmên ˊBê Serok Jiyan NabeˊûˊBijî berxwedana gerîlaˊ bi dawî bû.
