MSD’Ê LI HELEBÊ TÊKILDARÎ PÊŞHATÊN DAWÎ YÊN LI SÛRIYÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD, civînek li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar xist û tê de pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyê, nîqaş kir.

Civîn li navenda MSD’ê ya li taxa Şêxmeqsûda Şerqî hate lidarxistin û tê de nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD’ê “Hesen Mihemed Elî” li ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî pêşhatên siyasî yên li Sûriyê nirxandin kir.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku, armanca wan ew e ku bi rêya diyalog û danûstandinan bighêjin Sûriyeke aram, demokrat û pirreng.

Beşdaran jî tekez kirin ku yekdestiya partiyan û hevgirtina civakî çeka herî bihêz e li dijî planên çandina nakokiyan û kişandina Sûriyê ya ber bi şerekî navxweyî ve.

Share This Article