Xwendekarên Zarhunera Havînê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şahîyek li dar xistin.
Xwendekarên Zarhunera Havînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi amadebûna malbatên xwe şahiyek li dar xistin.
Şahî bi xwendina nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji zarokan re şandibû, dest pê kir.
Piştre mamosteyê muzîkê Ferhad Elûş, rêveberê Zarhunera Havînê Simko Cûdî û hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Berewad, bixêrhatina beşdaran kirin û diyar kirin ku wan xwest careke din kenên li ser lêvên zarokan di şahiya Zarhunera Havînê de bibînin.
Her wiha axêveran serkeftin ji zarokan re xwestin.
Şahiya Zarhunera Havînê bi gotina Stran û helbestan, her wiha pêşkêşkirina şano û dîlanê, bi dawî bû.
