1’EMÎN KONFIRANSA YEKÎTIYA ESNAFAN LI KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bi rêxistina pêşeyî ya destkaran, hêza civakê dest pê dike – Em bi hev re ber bi sibekî baştir diherikin” 1’emîn konfransa Yekîtiya Esnafan ya kantona Firatê li bajarê Kobanê li dar ket.

Di konfiransê de, endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêveberiya TEV-DEM, malbatên şehîdan, her wiha 13 yekitîyên din beşdar bûn.

Konfirans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku bajarê Kobanê bi rêya Yekitiya Esnafan bi pêş ket û mohra xwe li geşkirina aboriya herêmê da.

Piştî axaftinan, der barê kar û xebatên du salan a Yekîtiya Esnafan de raporên rêxistinî û yên diravî hatin xwendin û beşdaran nirxandinên xwe parve kirin.

Di dawiya konfiransê de ji bo Rêveberiya Esnafan “Rifet El-Elo” hat erkdarkirin.

Share This Article