Xelkê herêma Firatê jî bi dirûşma ‘Bi rihê 27′ê Mijdarê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin′ salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê pîroz kirin .
Şahî li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi amadebûna xelkên herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêmê hate lidarxistin .
Di şahiyê de axaftin ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan û Gerînendeya Zimhêrê yên Herêma Firatê ve hatin kirin .
Axêveran Salvegera Damezrandina PKK ê Pîroz kirin û gotin Salvegera damezirandina PKK′ê bû zayîna tevahî gelên bindest .
Piştre Koma Botan, koma Yasmîn û koma Barîn stran pêşkêş kirin.
