10 salan di ser 1’ê Mijdarê roja berxwedana kobanê ya cîhanî re derbas dibe, kobanê 10 salên tijî berxwedan û destkeftî li dû xwe hêla.
Berxwedana bê hempa ya YPG û YPJ’ê ya li hemberî çeteyên daişê di kobanê de, bû sedem ku bala cîhanê bikeve ser û Kobanê û bibe rojev.
Derbarê 1 mijdarê de, çalakvan Ehmed el Omer yê ji kantona reqayê got, Berxwedana kobanê ya bêhampa muhra xwe li dîrokê xist.
Rêvebera Nivîsgeha Ragihandina Meclisa Jin a Sûriyê Mîdiya Midewer Jî roja piştgiriya berxwedana kobanê weke rojeke giranbuha binav kir û got, 1 mijdarê, bû sembola berxwedan û têkoşînê ji tevahiya cîhanê re.
Berxwedana Kobanê azadîxwaz tev li dora xwe civandin û terora DAIŞ’ê têk bir.
di vê rojê de jî bang têne kirin ku cîhan berî bide berxwedana gelê herêmê û êrîşên li dijî herêmê bi giştî rawestînin.
