ZÊDETIRÎ 200 XWENDEKAR JI HELEBÊ BI AWAYEKÎ EWLE GIHIŞTIN QAMIŞLO

Rojava Tv
1 Min Read

Zêdetirî 200 xwendekarên Qamişlo û malbatên wan yên ku li Helebê asê mabûn bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi awayekî ewle gihiştin bajarê Qamişlo.
Kesên ku vegeriyane, diyar dikin ku herêma Rêveberiya Xweser herêma herî ewle ye.

Zêdetirî 200 xwendekarên Qamişlo û malbatên wan yên ku li Helebê asê mabûn bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi awayekî ewle gihiştin bajarê Qamişlo.

Malbatên xwendekaran bi saetan li benda zarokên xwe man û di dema pêşwazîkirinê de kêliyên xemgînî û kêfxweşiyê tevlî hev bûn.

Malbatên ku vegeriyane, diyar dikin ku herêma Rêveberiya Xweser herêma herî ewle ye.

Ji ber serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ya li piraniya taxên Helebê hejmarek mezin a şêniyên taxê koçber kirin û ev karwanê duyemîn e ku li bajarê Qamişlo tê pêşwazîkirin.

Share This Article