Dema ku navê cejnê tê bihîstin, yekser coş û kêfxweşiya zarokan tê bîra mirov.
Zarokên navçeya Amûdê vê sibehê ji bo komkirina şêraniyên cejnê tûrikên xwe rakirin û çûne serdana malan.
Her yekî ji wan komek şêranî kom kirin û bi tûrikekî tijî vegeriyan malên xwe.
