Di çarçoveya biryara Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya der barê temamkirina karmendên Rêveberiya Xweser ji xwendina xwe re, Endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava “Aram Hesen” ji Rojava tv re axivî.
Aram Hesen got: “Deriyên zanîngehên me li pêş zanînxwazan vekirîne”
RAPOR
Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hefteya borî biryarek da ku deriyê xwendinê ji bo xebatkarên Rêveberiya Xweser ên ku di dema şoreşa Rojava de ji xwendinê dûr ketine, ji nû ve veke.
Li ser vê biryarê, Zanîngeha Rojava di 11’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê diyar kir ew hejmarek beşên zanîngehê, li pêş kesên ku dixwazin xwendina xwe temam bikin vedike û derfeta xwandinê ji wan re dabîn dike.
Di derbarê vê biryarê de, Endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava “Aram Hesen” ji kamîreya Rojava TV re axivî.
Her wiha Aram Hesen da zanîn ku di zanîngeha Rojava de pergaleke xwandinê ya akademîk tê meşandin û ev yek nîşaneya pêşketineke mezin e.
Beriya demekê û piştî rûxîna rejîma berê, her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadebûna xwe bo pêşwaziya xwendekarên Sûrî yên ku ji ber bûyerên berdewam li welat nikarîbûn xwendina xwe biqedînin, diyar kiribûn.
