Zanîngeha Kobanê deriyê xwe ji bo sala nû ya xwendinê ji xwendekaran re vekir.
Hevserokê zanîngeha Kobanê Şervan Muslim got ku amadekariyên wan ji bo sala nû ya xwendinê baş derbas bûn.
Zanîngeha Kobanê 22 Cotmehê dest bi sala xwendinê ya 2023-2024 kir.
Her wiha Zanîngehê deriyê xwe ji zêdetir 750 xwendekarî re vekir.
Xwendekarên zanîngehê kêfxweşiya xwe anîn ziman û sala nû ya xwendinê pîroz kirin.
Her wiha Hevserokê zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku di zanîngeha Kobanê de du beşên nû hatine vekirin.
Li gorî Hevserokê Zanîngeha Kobanê, amadekariyên wan ji bo derbasbûna zanîngeheke nû hene û wê di demek nêz de xwendekar derbasî zanîgeha nû bibin.
