Desteya Karûbarên Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca piştevaniya kesên xwedî pêdiviyên taybet û tevlîkirina wan di nava civakê de, di xebatê de ye.
Desteya Karûbarên Civakî ji bo peydakirina derfetên kar bo xwedî pêdiviyên taybet û pêşxistina prensîba wekheviyê di civakê de kar dike.
Ji bo misogerkirina vê gavê, Desteyê dest bi bernameyên perwerde û amadekirinê kir.
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cezîrê “Zahra Sem’o” rave kir ku armanca wan a sereke derbaskirina astengiyên li pêşiya kesên xwedî pêdiviyên taybet û dayîna piştgiriyê ye.
Zahra Sem’o destnîşan kir ku piraniya kesên xwedî pêdiviyên taybet derçûyên zanîngehê û xwedî ezmûn in, her wiha ji bo pêşxistina civakê, dikarin roleke mezin bilîzin.
Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pabendbûna bi dabînkirina derfetên kar bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û tevlîkirina wan a di nava civakê de , projeyan li dar dixe.
