bi boneya Roja Bidawîanîna Bêcezakirina Tawanên li dijî Rojnamevanan a Cîhanê ku dikeve 2 Mijdarê de.
Yekitiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Cizîrê encamên lêkolînên Komîteya Şopandina Rastiyan ên têkildarî êrişên li dijî rojnamevanan aşkera kirin.
Di Îlona sala 2023’yan de Yekitiya Ragihandina Azad bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirov a kantona Cizîrê biryar da ku Komîteya Şopandina Rastiyan der barê zextên li ser rojnamevenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava bike.
YRA û Rêxistina Mafên Mirovan îro bi boneya Roja Bidawîanîna Bêcezakirina Tawanên li dijî Rojnamevanan a Cîhanî, bi civîneke çapemeniyê li bajarê Qamişlo encamên lêkolînên komîteyê aşkera kirin.
Hevserokê Yekîtiyê Dilyar Cizîrî bal kişand ser binpêkirinên ku li hemû welatên cîhanê li dijî rojnamevanan tên kirin.
Rojnamevan Zinar Cafer jî da zanîn ku wan di nava şopandinên xwe de bal kişandiye ser armancên hedefgirtina rojnamevana û bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan kir ku bi erkên xwe rabin.
Di nava rapora her dû aliyan de bi delîlan hatiye diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi qesdî rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine hedef, Her wiha di nava delîlan de dîmen û wêne jî hene ku tawanên dewleta Tirk nîşan didin.
