Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere kir.
Civatê 10 biryarên ku bi mijarên weke perwerde, aborî û dîplomasî vedihewîne da.
Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan, Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan ku di 6-7ê Hezîrana 2026’an de li Amedê bi beşdariya 268 delegeyan pêk hatibû eşkere kir.
Civatê 10 biryarên giring diyar kirin, biryar bi vî rengî ne:
Perwerdehî: Bernameyên perwerdehiyê û kampanyayên hişyariyê ji bo xurtkirina rizgariya jinan, veguherîna civakî û beşdariya wan di hemû waran de werin pêşxistin.
Ziman û Çand: Ziman, çand û mîrata civakî divê bên parastin, pêşxistin û ji bo nifşên pêşerojê werin veguheztin.
Ji Nû ve Avakirina Bajaran/Bajarên Jinan: Polîtîkayên bajaran divê li gorî hewcedariyên jinan û beşdariya wan di hemû pêvajoyan de werin saz kirin.
Civakîkirina Lênêrînê: Xizmetên lênêrînê divê werin berfirehkirin û berpirsiyariya lênêrînê ji bo hemû civakê were parvekirin.
Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan: Mekanîzma û xizmetên pêşîgirtin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê werin xurtkirin.
Avakirina Qadên Jiyana Komînal: Modelên jiyana komînal û aboriya hevbeş ji bo piştgirîkirina jinan divê werin pêşxistin.
Aboriya Jinan û Hilberîna Komînal: Kooperatîf, perwerdehiya pîşeyî û mekanîzmayên aborî divê ji bo bihêzkirina aboriya jinan werin xurtkirin.
Budçekirina li Gorî Hesasiyeta Zayendî: Budçeyên şaredariyan divê li gorî hewcedariyên jinan û wekheviya zayendî werin plansazkirin.
Sazûmanîkirina Xebatên Aboriya Jinan: Rêxistin û mekanîzmayên pêwîst divê werin avakirin da ku îstîhdam û azadiya aborî ya jinan were xurtkirin.
Dîplomasiya Jinan di Rêveberiyên Xwecihî de: Tor û xebatên dîplomasiya jinan divê werin pêşxistin da ku beşdariya wan di asta herêmî û navneteweyî de zêde bibe.
