dema mirov behsa şoreşa 19’ê tîrmehê û destkeftiyên wê bike, yekser têkoşîna yekîneyên parastina gel dikeve bala wî.
YPG, piştî êrîşên rejîma BAAS a Sûrî di sala 2004’an de, bi armanca parastina gel, bi komên piçûk xwe rêxistin kir.
Piştî ku li bajarên Rojava xwe rêxistin kir û ezmûnên girîng bi dest xist, YPG di sala 2011’an de bi awayekî fermî damezrandina xwe ragihand.
piştî 13 salên şoreşa rojavayê kurdistan bi saya hêzên parastinê temam bûn hêjaye ku behsa avakirin û keda wan a destpêkê bikin.
ji ber xîreta li ser welat û çandina tovê kurdewarî û parastina xakê YPG’ê baweriya gelê xwe bidest xist û bû nemûne
Piştî baweriya gel û civakê YPG’ê mohra xwe li tevahî cîhanê xist.
YPG’ê di demek kin de serdestiya xwe ya leşkerî li seranserê Rojava tekez kir. Piraniya bajarên bakur û rojhilatê sûriyê ji destê rejîma Beis azad kir.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ berxwedaneke bêhempa meşand û bû bingeha avakirina hêzên sûriya demokrat QSD’ê.
