Yekîtiya Werzişê ya kantona Cizîrê di dawiya meha borî de, vekirina akademiya perwerdeya futbolê ya bi navê akademiya Ş.Heysem Kico ragihand.
Yekîtiyê destnîşan kir ku armanc ew e ku zarokan fêrî prensîpên futbolê bikin û zarok li ser perwerdeyeke werzîşî û rast werin perwerdekirin .
Li ser bingehê “werziş jiyan e” Yekîtiya Werzişê ya kantona Cizîrê di dawiya meha borî de vekirina akademiya perwerdeya futbolê ya bi navê şehîd Heysem Kico ragihand.
Di akademiyê de dê 200 zarok ji aliyê pisporên Yekîtiya Werzişê ya kantona Cizîrê ve werin perwerde kirin.
Ji bo agahiyên zêdetir, Rojava TV bi çavdêrê akademiyê, rahêner Sefwan Mûsa re hevdîtin pêk anî û li ser armanca akademiyê û çawaniya tomarkirina zarokan di vê akademiyê de agahî bi dest xistin.
Sefwan Mûsa her wiha hêviya xwe ji bo serkeftina vê projeya werzîşî nîşan da.
Akademiya Şehîd Heysem Kico akademiya yekemîn e li bajarê Qamişlo û navê wê ji bo bîranîna şehîd Heysem Kico ye ku navê wî bi tîpên zêrîn li ser asta Sûriyê û Cizîrê hatiye nivîsandin.
