YEKÎTIYA ŞAREDARIYÊN GEL CIVÎNA XWE YA SALANE LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya Şaredariyên Gel a kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo li darxist.

Bi dehan ji hevserok, rêveber û endamên şaredariyê ji bajarên kantona Cizîrê li Parka Azadî ya Qamişloyê beşdarî civînê bûn.

Di Civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, rêveberên şaredariyê di warê siyasî û rêxistinî de nirxandin kirin.

Her wiha rapora salane ya pirojeyên ku sala borî hatibûn dayin ji aliyê şaredariyê û mijarên sereke yên xizmetguzarî û destkeftiyên hatibûn pêkanîn, hate xwendin.

Di dawiya civînê de beşdaran ji bo pêşxistina karê şaredariyê ku bikeve bin xizmeta bajêr de nerînên xwe parve kirin.

Share This Article