Rêvebera Taxa Şehîd Cengîz ya Şêxmeqsûd a Helebê Elîfa Hesen derbarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de axivî û got, divê dewleta Tirk jî gavan biavêje.
Di 9’ê Tîrmeha 2025’an ji bo serxistina banga aştî û civaka demokratîk, peyameke bi dîmen ya Rêber APO hate weşandin.
Rêber APO banga bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina qonaxeke nû ya siyaseta demokratîk kir.
Rêvebera Taxa Şehîd Cengîz ya Şêxmeqsûd Elîfa Hesen anî ziman ku ji ber Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo dikeve xizmeta her kesî de, pêwîste li ser asta Rojhilata Navîn de were belav kirin.
Li hêlek din Elîfa Hesen bang li dewleta Tirk kir ku ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê di herêmê de, gavên cidî bavêje.
Niha li parlamentoya Tirkiyê komîsyonek tê avakirin û di çarçoveya banga aştiyê de dê xebat werin pêşkêşkirin.
