Yekîtiya Şaredariyan a kantona Reqayê 2 Projeyên sererastkirina riyan û kenalîzasyonan dan dest pê kirin.
Di çarçoveya başkirina rewşa xizmetguzariyê û nûjenkirina binesaziya herêma Gidêran a kantona Reqayê, kar û xebatên Şaredariya gel a kantonê dewam dikin.
Derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Fêsel El Beyrem ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku Armanc ji van projeyan ew e ku di demsala zivistanê de rêwîtiya ewle ji bo niştecih û wesayîtan misoger bikin û pirsgirêka ava baranê û lehiyê çareser bikin.
Her wiha Fêsel anî ziman ku ji bo bidawîkirina projeyên xwe yên sala 2025’an kar û xebatên xwe dewam dikin.
