Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyê Bendava Tişrînê di bin tehdîdeke gelekî mezin de ye ku bê rûxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bendava Tişrînê ku xizmeta sed hezaran welatiyên herêmê dikir, di encama êrişên berdewam de ji xizmetê derket.
Her wiha diyar kir, Ji ber vê yekî jî bi hezaran kes bê elektrîk û av mane. Bendav di bin tehdîdeke gelekî mezin de ye ku bê rûxandin.
Desteya Şaredariyan aşkere kir, eger bendav were rûxandin, dê kareseteke mirovî, ekolojîk û aborî derxe holê.
Di dawiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li saziyên mirovî hate kirin ku demildest destwerdanê bikin.
