YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN JI BO BANGA RÊBER APO KOMXEBATEK LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi armanca nîqaşkirina banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, komxebatek li bajarê Qamişlo lidarxist.

Komxebat bi diruşmeya ” Rewşenbîr û banga aştî û civaka demokrtaîk a Rêber Apo” û bi beşdariya dehan endamên saziyên Sivîl, partiyên Siyasî, nivîskar û Yekîtiya Rewşenbîran li Hola Zana hat lidarxistin.

Di komxebatê de mijarên mîna ragihandina agirbestê ji bo banga rêber Apo ya Aştiyê û rola rewşenbîran di ragihandina bagna aştiyê ji hemû cîhanê re hatin nîqaşkirina.

Beşdaran diyar kirin ku eger dewleta Tirk di vê pêvajoyê de xwe ne guherî ne, dê guhertin wê bi ber xwe ve bîne.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê jî pêşvebirina nirxên demokrasî, exlaqî û wekheviyî wekî bingehek ji bo ji nû ve avakirina herêmê.

Share This Article