Ji bo avakirina herêmeke pîşesaziyê li bajarê Qamişlo, yekîtiya pîşesaziyê civînek ji pîşesazên Qamişlo re li dar xist.
Di civînê de nîqaş li ser avakirina herêma pîşesaziyê hate kirin û dê yekîtî cihekî ji bo avakirina wê herêmê destnîşan bike.
Yekîtiya Pîşesaziyê ya bajarê Qamişlo ji bo avakirina herêmeke pîşesaziyê, bi hemahengiya şaredariya gel civînek li dar xist.
Bi dehan pîşesaz û karbidestên bajarê Qamişlo bi amadebûna hevserokên TEV- DEM’ê tevlî civînê bûn.
Di civînê de nîqaş li ser avakirina herêmeke pîşesaziyê hate kirin. Her wiha nêrînên pîşesazan jî hatin wergirtin.
Li gorî rêkxerên civînê armanca wan kêmkirina qerebalixiya li nava bajêr.
Pîşesazekî ji bajarê Qamişlo diyar dike ku ev pêngaveke erênî ye û hêvî dike ku herêma pîşesaziyê li cihekî gunvac bête avakirin.
