YEKÎTIYA PARÊZERAN A CIZÎRÊ KOMKUJIYÊN LI SIWÊDA Û PERAVÊN SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Parêzeran a kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina kiryarên ku li Siwêda û Peravên Sûriyê rû didin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kiryarên çekdarên hikumeta Veguhêz ya Sûriyê ku li dijî civakên Elewî û Dûrzî li Peravên Sûriyê û Siwêdayê pêk anî, li dijî pîvanên exlaqî û mirovahîyê ne.

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî daneyên herî dawî, ji destpêka sala 2025’an ve û ta niha bi hezaran sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, li ser destê çekdaran hatine kuştin.

Yekîtiya Parêzeran di dawiyê de bang li hêzên navnetewî kir ku komîteyên şopandinê ava bikin, da ku hemû kiryarên li dijî sivîlan werin belgekirin.

Share This Article