Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê û şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li dijî jinên Rojhilatê Kurdistanê, mitîngek li dar xist.
Mitîng bi beşdariya jinên seranserî kantona Cizîrê, li parka 19’ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin.
Di mitîngê de Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Cizîrê Hediye Şemo axivîn.
Axêveran şehîdên jenosîda Şengalê bi bîr anîn û gotin, bi rêya jenosîdê xwestin civaka êzidî qir bikin, lê berxwedana şervanên azadiyê bersiveke xurt da hêzên komkujkar.
Her wiha hate gotin, jinên êzidî xwe li gorî paradîgmeya Rêber APO bi rêxistin kirine û destkeftiyên xwe diparêzin.
Mitînga Kongra Star bi berzkirina dirûşmeyên Bijî Berxwedana Jinan û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.
