Yekitiya Parêzeran a bajarê Qamişloyê li hember rakirina zimanê Kurdî ji tabeleya Koşka Dadaweriyê daxuyaniyek da.
Parêzeran diyar kir ku hebûna zimanê Kurdî li kêleka Erebî li ser tabeleyên saziyên fermî statuya Erebî wekî zimanekî fermî kêm nake, lê pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî parêzgeha Hesekê nîşan dide.
