Yekîtiya Mamosteyan a bajarê helebê bi daxuyaniyekê kombloya 9ê cotmehê şermezar kir ûgot, kiryarên li Îmraliyê pêk tên li dijî exlaqê mirovahiyê ye.
Yekîtiya Mamosteyan anî ziman ku,, armanca komplogeran ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ew bû ku projeya Rêber APO ya demokratîk têk bibin, di heman demê de kurdên ku bi saya Rêbertî serî hildan qir bikin.
Yekîtiyê diyar kir ku, Rêber Apo di projeya xwe ya demokratîk de banga azadiya hemû gelên bindest dike û mafê her kesî diparêze, lewma hêzên desthilatdar komplo li dijî Rêbertî pêk anîn.
Yekîtiya Mamosteyan a bajarê helebê di dawiyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinê mafên mirovan kir ku komploya li ser Rêber Apo bi dawî bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi helwest bin.
