Yekîtiya Kedkaran a Reqayê bi armanca alîkariya karkeran, sindoqeke alîkariyê vekiriye.
Zêdetirî 2 mehan e sindoqa alîkariyan li bajarê Reqayê hatiye vekirin û heta niha zêdetirî 120 kes beşdar bûne.
Li gorî yekîtiya kedkaran a Reqayê, armanca wan ku alîkariya karkeran bikin û di rewşên zehmet de xwedî li wan derkevin.
Karkerên ku bixwazin beşdarî sindoqa alîkariyan bibin, dê her mehê 3 hezaran bidin û eger ku tûşî rewşeke zehmet werin, dê yekîtiya kekdaran bi rêya wan sindoqan alîkariya wan bike.
