Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan ji bo mamosteyan biryareke taybet derxistine.
Li gorî wê biryarê dê mamoste di betlaneyên havînê de, ji bo dema 45 rojan perwerdeyên leşkerî, bîrdozî û siyasî bibînin.
Piştî bidawîbûna perwerdeyê, dê nivîsgeha Parastinê ferza mamosteyan li dibistanan çêbike û dê erka xwe ya mayî li dibistanan temam bikin.
Hevseroka desteya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hec Elî ji Rojava TV re behsa naveroka biryarê û mekanîzmeya pêkanîna wê dike.
