YEKÎTIYA JINÊN CIWAN Û KONGRA STAR SEMÎNEREK HEVBEŞ LI HESEKÊ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Koordînasyona Kongra Star, semînerek diyalogê bi navê “Jin û Parastin” li bajarê Hesekê li dar xist.

Di semînerê de hejmarek ji jinên ku bi pirsgirêkên civakî û dozên jinan re mijûl dibin beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, perspektîfên Rêber APO yên li ser girîngiya misyona jinan di birêvebirina civakê de, hatin xwendin.

Piştî wê senefizyonek li ser rastiya jinan û têkoşîna wan hat pêşkêşkirin.

Di dawiya semînerê de, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina rola jinan, aktîvkirina têgeha parastinê û xurtkirina prensîbên xebata hevbeş kirin.

Share This Article